14 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2019
Di Operasyona Pencikê da 4 terorîst hatin berterefkirin, bi vî awayî hejmara terorîstên ku hatin berterefkirin bû 68.
Wezareta Parastina Neteweyî der barê Operasyona Pencikê-2 ya ku di 12ê tîrmehê hatibû destpêkirin da agahî da.
Li gor agahiyê yek jê birîndar, 4 terorîst hatin berterefkirin. Bi vî awayî hejmara terorîstên ku hatin berterefkirin bû 68.
Di çarçoveya operasyonê da şikefteke 3 odeyên wê hene, jê odeyek ji bo kîlerê û du odeyên din jî ji bo terorîstên jin lê razên hatiye bikaranîn ji hêla Artêşa Tirkiyeyê va hat îmhakirin.
Di şikeftê da du qutiyên muhîmatên dijebalafiran ên doçkayê (40 pakêt), xwarin û alavên jiyanê hatin dîtin.
Di sitargeheke nêzîkî şikeftê da jî jenaratorek hat dîtin.
Di şikefteke din da jî çeka ji bo dijebalafiran ên doçkayê hatin bidestxistin.
Hemû sitargeh û şikeft hatin îmhakirin.