03 Hezîran 2019•Rojanekirin: 04 Hezîran 2019
Di Operasyona Pençikê ku li bakurê Iraqê dewam dike da terorîstekî din jî hat berterefkirin. Hejmara terorîstên ku di operasyonê da hatin berterefkirin derket 28an.
Ji ser hesabê Wezareta Parastina Neteweyî yê Twitterê der heqê operasyona ku 27ê gulanê dest pê kir da agahî hat parvekirin.
Li gorî vê, di operasyonê da terorîstekî PKKyî yê din jî hat berterefkirin. Bi vî awayî hejmara terorîstên ku di operasyonê da hatin berterefkirin derket 28an.