29 Gulan 2019•Rojanekirin: 30 Gulan 2019
Li Xakurka herêma li bakurê Iraqê hejmara terorîstên di Operasyona Pencikê da hatin berterefkirin derkete 15an.
Li gor agahiyên ku Wezareta Parastina Neteweyî Twitterê weşand hat destnîşankirin Operasyona Pencikê ya li herêma Xakurkê di 27ê Gulanê dest pê kir bi serkeftî dewam dike.
Hat diyarkirin di operasyona ku ji beja û esman va dewam dike da 6 endamên PKKya rêxistina terorê hatin berterefkirin û hejmara terorîstên di Operasyona Pencikê da hatin berterefkirin derkete 15an.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin wek mayîn şikeft, kozikên çekan û sitargehên rêxistinê tên tesbîtkirin û îmhekirin.
Bi daxuyaniyê ra wêne û vîdeoyên der barê operasyonê da hatin parvekirin.