29 Gulan 2019•Rojanekirin: 30 Gulan 2019
Pêşnûmaya Qanûna Eskeriyê ku pergala eskeriyê ya nû jî di xwe da dihewîne û wê li Lijneya Giştî ya Meclisê bihata mizakerekirin ma piştî Eyda Remezanê.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê mizakereyên ji bona Pêşnûmaya Qanûna Eskeriyê ku wê vê hefteyê li Lijneya Giştî ya Meclisê bihatana kirin man piştî Eyda Remezanê.
Ji ber ku Meclis di 1-9ê Hezîranê da girtî ye mizakereyên ji bona pêşnûmaya ku 65 bendan pêk tê wê piştî betlaneyê eydê bên kirin.