Aykut Karadağ
29 Hezîran 2022•Rojanekirin: 29 Hezîran 2022
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihand, di Operasyona Eren Ablûqe-2yê da duh li devera çiyayî ya Kirikdaga gundê Hekariyê 4 terorîst hatin berterefkirin.
Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û wiha got, "Hûn ê nikaribin birevin! Di Eren Ablûqe-2yê da li devera çiyayî ya Kirikdaga gundê Hekariyê di 28ê hezîranê da bi destê JOH û komandoyên cendirme û piştgiriya J-ÎHA û J-SÎHAyan di operasyonê da 4 terorîstên din bi çekên wan va hatin berterefkirin. Ez ewladên me yên qehreman pîroz dikim."
Wezareta Karên Navxweyî jî got ku li herêmê operasyon dewam dikin.