Önder Beyte
19 Nîsan 2018•Rojanekirin: 19 Nîsan 2018
ANKARA
Di doza şehîdkirina Astsûbay Omer Halîsdemîr ku di hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da gule berdabû generalê derbeker Semîh Terziyê ku dixwast Fermandariya Hêzên Taybet bi dest bixe û ew kuştibû û rengê hewldana derbeyê guherandibû da 18 berşikan hemûyan jî cezayê hebsa muebeta girankirî xwar.
Di danîşîna Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 14emîn a ku li salona Kampusa Saziyên Ceza û Înfazê ya Sincanê hat kirin da piştî ku ji berşikan hat xwestin da ku gotina xwe ya dawîn bêjin, Serokê Dadgehê Bayram Kantik hukim eşkere kir.
Li gorî vê, ji ber sûcê "kuştina mexsûs" a dijî Omer Halîsdemîr, cezayê hebsa muebeta girankirî dan 18 berşikan hemûyan. Heyeta dadgehê der heqê berşikan da daxistina teqdîrê nesepand.