Derbarê şewata li Marmarîsê kesek hatiye binçavkirin
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu anî ziman ku derbarê şewata li Marmarîsê kesek hatiye binçavkirin û ew kes li xwe mikur hatiye.
Antalya
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu anî ziman ku derbarê şewata li Marmarîsê kesek hatiye binçavkirin û ew kes li xwe mikur hatiye.
Soylu di daxuyaniya xwe ya ku li Navenda Kordînasyona Şewatê ya li taxa Hîsaronuyê da de destnîşan ki rku di destpêka bûyerê de li ser gumanbarekî disekinîn û ekîbên cendirme û polîs di pey gumanbarî de bûn.
Soylu anî ziman ku gumanbar S.Ayê 34 salî ye û jidayikbûn Marmarîs e û wiha got:
"Ekîbên cendirme û polîsan berî kêliyekî gumanbar girtin. Li cihê bûyerê 2 galonên benzînê jî hene. Ew li xwe mikur hat. Wî kesî qebûl kiriye ku 'bi sedema lihevnekirina nav balbatî, qeheriye û agir berdaye daristanê.'"