Tirkiye

Li Diyarbekirêli dijî 8emîn Fermandariya Baregeha Sereke a Jetan hewla êrîşê

Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu destnîşan kir ku li Diyarbekirê hewl hat dayin ku bi firokemakêtan, êrîş li dijî tesîsa eskerî bê lidarxistin û firokeyên makêt hatin berterefkirin.

Ömer Yasin Ergin, Ahmet Kaplan  | 19.05.2021 - Rojanekırın : 19.05.2021
Li Diyarbekirêli dijî 8emîn Fermandariya Baregeha Sereke a Jetan hewla êrîşê

Diyarbakir

Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu destnîşan kir ku li Diyarbekirê hewl hat dayin ku bi firokemakêtan, êrîş li dijî tesîsa eskerî bê lidarxistin û firokemakêt hatin berterefkirin.

Wezîr Soylu di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Twitterê wiha got, "Li Diyarbekirê hewl hat dayin ku bi firokemakêtan, êrîş li dijî tesîsa eskerî bê lidarxistin, firokeyên makêt hatin berterefkirin. Ti zirarek çênebûye."

- Walîtiya Diyarbekirê: Ti zirarek çênebûye

Walîtiya Diyarbekirê ragihand ku di hewla êrîşa li dijî 8emîn Fermandariya Baregeha Sereke a Jetan de ti zirarek çênebûye.

Di daxuyaniya Walîtiyê de hat destnîşankirin ku saet derdora 00.30î de li dijî 8emîn Fermandariya Baregeha Sereke a Jetan a Diyarbekirê bi firokemakêtan hewla êrîşê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Firokemakêtên êrîşa navborî hatin berterefkirin û li 8emîn Fermandariya Baregeha Sereke a Jetan a Diyarbekirê ti zirarek çênbeû."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.