Muhammet Kurşun
23 Hezîran 2017•Rojanekirin: 24 Hezîran 2017
ANKARA
Di lêpirsîna doza FETO de der barê 56 gumanbarên ku der barê wan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn lê li navnîşanên xwe nehatin dîtin, ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorî ya çekdar" biryara girtinê hat derxistin.
Hat diyarkirin ku parêzerên gumanbar temamê wan bikarhênerên bernameya têkiliyê Bylockê ku bişîfre ye û di nav rêxistinê de dihat bikaranîn.
Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Stenbolê ve tê meşandin û Wekîlê Serdozger Hasan Yilmaz daxwaz kir ku ji ber 56 gumanbar li navnîşana xwe nehatine dîtin biryara girtinê were derxistin.
Hakimtiya Cezayên Sulhê ya Nobedar li Stenbolê jî ev teleb qebûl kir û biryar derxist.