24 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2015
GAZÎANTEP
Serokê Kar û Barên Diyanetê Mehmet Gormez beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" yên Anadolu Agencyê.
Gormez li wêneyên AAyê yên ku kategoriya nûçe, jiyan û sporê da ji bo dengdayînê tên pêşkêşkirin nihêrî û tercîha xwe kir. Gormez di kategoriya jiyanê da dengê xwe da wêneya Alî Îhsan Ozturk ya bi sernavê "Sûriyeyiyên ku xwe sipartin Tirkiyeyê".
Gormez got ku wî hemû wêne ecibandin û wiha dewam kir: "Ez hevalên nûçegihan pîroz dikim. Min jî dengê xwe da wêneyekê. AA bi taybetî li cihên ku şer lê gur e, wezîfeyeke pir girîng dike. Ez kedkaran pîroz dikim."
Gormez ji bo ziyaretê çû Gazîantepê li vê derê navçeya Nizîpê Sidika Gormeza dayîka xwe ziyaret kir. Paşê qursa Quranê ya heman taxê ziyaret kir û bi qursiyeran ra sohbet kir.
Gormez paşê derbasî Miftîtiya Nizîpê bû û li vê derê der barê înşaetên mizgeftên navçeyê da ji rayedaran agahî hilda.