28 Mijdar 2015•Rojanekirin: 29 Mijdar 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu têlefonî Turkan Elçiya jina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçiyê ku di êrîşa terorê ya li Diyarbekirê da hat kuştin kir û serxweşî da wê.
Li gor agahiyên ku ji serokwezîriyê hatin sitandin, Serokwezîr Davutoglu û Sare Davutogluya maliya wî li Turkan Elçiyê geriyan û serxweşî dan wê.
Serokwezîr Davutoglu di axaftina têlefonê da got ku êşa malbata Elçî wek êşa xwe dibîne û ewê kiryarên bûyerê muheqeq bibînin û bigrin.