Tirkiye

Danezana civîna MGKyê hat weşandin

Merve Yıldızalp Yormaz  | 31.07.2025 - Rojanekırın : 31.07.2025
Danezana civîna MGKyê hat weşandin

Ankara

 Di danezana Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) da mesafeya ku di îstiqameta armanca Tirkiyeya Bêteror da hat bidestxistin û teserûfên ji bo pêşerojê hatin nirxandin, hat gotin piştî ku prangaya terorê ya dihat xwestin ku li piyê welatê me bixin hat jêkirin û avêtin dê biratiya gelê me hê bêtir xurt bibe û dê bi pêngavên leztir û biîstiqrartir ber bi hedefên neteweyî va pêş bikevin.

Piştî civîna MGKyê ya ku bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin danezan hat weşandin.

Li gor danezana ku ji ser hesabê çapemeniya civakî ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê hat weşandin di civînê da di serî da PKK/KCK-PYD/YPG, FEtO û DAEŞa rêxistinên terorê fealiyetên ku dijî her cure tehdîd û xetereyên dijî yekîtiya neteweyî bihevrabûnê li nav welêt bi biryardarî û serkeftî tên kirin û der heqê geşedanên navneteweyî yên ku di heyamên dawîn qewimîn da agahî dan lijneyê.

Di danezanê da nirxandina "Mesafeya ku di îstiqameta armanca Tirkiyeya Bêteror da hat bidestxistin û teserûfên ji bo pêşerojê hatin nirxandin, hat gotin piştî ku prangaya terorê ya dihat xwestin ku li piyê welatê me bixin hat jêkirin û avêtin dê biratiya gelê me hê bêtir xurt bibe û dê bi pêngavên leztir û biîstiqrartir ber bi hedefên neteweyî va pêş bikevin."

Di daxuyaniyê da ev hatin gotin:

"Îradeya xurt a ji bo bi temamî hilweşandina şebekeya îxanetê ya FETOyê û berterefkirina bermayiyên dawîn hat destnîşankirin.

Hat teyîtkirin ku piştgiriya ku ji bo hewldanên hikûmeta Sûriyeyê yên ji bo pêkanîna yekîtî, bihevrabûn û îstiqrara welêt dê dewam bikin. Hat destnîşankirin ku pêşîlêgirtina êrîş û dagiriyên ku desthilatdariya Sûriyeyê hedef digirin û her cure fealiyetên dabeşkar, cudaxwaz û xiraker girîng e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın