Serokwezîrtî, Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) û Rêxistina Îstixbaratê ya Neteweyiyê (MÎT) der barê rojnameya Tarafê û Mehmet Baransû de gilî kir.
Çend roj berê di rojnameya Tarafê de li ser navê Mehmet Baransû hin nûçe derketibûn. Ji ber vê jî Serokwezîrtî, Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) û Rêxistina Îstihbaratê ya Neteweyiyê (MÎT) der barê rojnameya Tarafê û Mehmet Baransû de gilî kir. Gilîkirin duh li Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê hat kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, Serokatiya Xizmetên Hiqûqî yê Serokwezîrtiyê diyar kiriye ku di nûçeya 2yê Çileya Pêşîna 2013an de "niheqî li musteşarê serokwezîrtiyê Efkan Ala tê kirin", ji ber vê jî li gor Zagona Cezayê ya Tirk der barê Mehmet Baransû de gilî kirine.
Sekreteriya Giştî ya MGKyê jî ji ber nûçeyên ku di 28 û 30yê Mijdara 2013an de derketine daxwaza jêpirsînê kirin.
Musteşariya MÎTê jî ji ber nûçeya ku di 2yê Çileya Pêşîna 2013an de derketiye der heqê Mehmet Baransû û rojnameya Tarafê de gilî kir.