Li Diyarbekirê 4 milyon û 459 hezar serî kirkirk û skunk hat bidestxistin

Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, li Diyarbekirê di operasyona ku wesayîta esmanî ya bêfirokevan piştgirî dayê da 4 milyon û 459 hezar serî kirkirk û skunk û 150 kîlo esrar hat bidestxistin.
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê operasyona ku di çarçoveya têkoşîna hişbirê da li Diyarbekirê hat lidarxistin da agahî da.
Yerlîkaya daxuyand, di encama xebatên Fermandariya Cendirmeya Bajêr a Diyarbekirê da operasyon bi piştgiriya fermandariyên cendirmeya bajarên Batman, Mûş, Elezîz, Şanliurfa, Bîngol û Mêrdînê hat kirin. Yerlîkaya der barê operasyonê da wiha got:
"Me bi beşdariya 124 tîmên operasyonel û 1250 personelan operasyon kirin. Cendirmeya me li Diyarbekirê 4 milyon û 459 hezar serî kirkirk û skunk bi dest xist ku jê 100 tonî zêdetir esrara toz jê tê hildan. Her wiha 150 kîlo jî esrar hat bidestxistin. Me 25 gumanbarên bazirganên jehrê girtin. 17 jê hatin tewqûfkirin, ji bo 8 kesan biryara kontrola edlî hat dayîn."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.