11 Gulan 2016•Rojanekirin: 12 Gulan 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku 18emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Temyîzê dê di nava meha gulanê da lêkolîna xwe ya temyîzkirina biryara 12emîn Dadgeha Sulh û Hiqûqê ya Enqereyê ya der barê pêkanîna kongreya derasayî ya MHPyê da temam bike.
Li 18emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Temyîzê agehdariyek bi panoya li korîdorê va kirin û tê da der barê dosyeya navborî da zanyarî hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku pêşlêkolîna dosyeyê hat kirin û wiha hat gotin:
"Dosyeyê di meha gulanê da bête gotûbêjkirin û biryara hewceyê bête dayîn. Dema ku biryar derket, raya giştî dê bête agahdarkirin."