Haydar Şahin
13 Adar 2021•Rojanekirin: 14 Adar 2021
Ewran dora Çiyayê Agiriyê yê ciyê herî bilind ê Tirkiyeyê pêça û dîmenên xweşik derketin holê.
Çiyayê Agiriyê yê bi 5 hezar û 137 mêtro bilindahiyê va wekî "banê Tirkiyeyê" tê binavkirin piştî berfa li herêmê barî bi xêliya sipî xemilî.

Li herêmê ji ber destê sibê pêva barîna berfê sekinî, ewr veçixîn û ji aliyê Îdirê ra lûtkeya çiyê bi eşkere hat xuyanê. Ewran motanî xalekê dora lûtkeyê pêça û dîmenên balkêş derketin holê.
Gel ji bo vê rewşê dibêje "Çiyayê Agiriyê kumê xwe da serê xwe". Bi taybetî di mehên biharê da piştî bidawîbûna barîna şiliyê eva dîmena derdikeve holê.