Tirkiye

Çiyayên Erez bi qernefîlên binevş va xemilîn

Çiyayên Erez ku li Herêma Rojhilata Anadoluyê ji rêzeçiyayên girîng in, bi qernefîlên çiyê yên binevş va xemilîn

İbrahim Atmaca   | 18.08.2019
Çiyayên Erez bi qernefîlên binevş va xemilîn

Iğdır

Çiyayên Erez ku li Herêma Rojhilata Anadoluyê ji rêzeçiyayên girîng in, bi qernefîlên çiyê yên binevş va xemilîn.

Çiyayên Erez di navbera Îdir û Agiriyê da ne û qernefîlên ku havînê dibişkivin, bi rengên xwe yên binevş va siruştê dixemilînin. Kesên ku wêneyên siruştê dikşînin hatin herêmê û wêneyên çiyayên ku bi qernefîlên binevş va xemilîne kişandin.

Çiyayên Erez bi qernefîlên binevş va xemilîn

Serokê Kulûba Wêne Ger Çand û Siruştê ya Îdirê (FGD) Mihemed Akkuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ji ber ku îqlima Îdirê mîkroklîma ye, li vê derê xweşikahiyên curbecur hene.

Akkuş diyar kir ku ew wek kulûb seba danasîna Îdirê çalakiyên wek foto safariyê dimeşînin û wiha dewam kir, "Li herêma me xweşikahiya deştê cuda ye, ya çiyayan cuda ye."

Akkuş diyar kir ku çiya bi qernefîlên binevş va xemilîne û balê dikşînin û wiha dewam kir, "Di vê demsalê da hin kes dixwazin werin Çiyayên Erez û wêneya van deran bikşînin. Em jî wan li van deran digerînin û didin nasîn. Ez her kesên ku ji siruştê hez dikin dewet dikim ku werin vê derê bibînin."

Îlker Gokê ku wêneyan dikşîne jî got ku wî wêneyên çîçekên ku li deverên bilin hêşîn bûne kişandin û kêfa wî gelek ji qernefîlên binevş ên ser Çiyayên Erez ra hat.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın