Ömer Yasin Ergin
09 Adar 2025•Rojanekirin: 10 Adar 2025
Cinazeyê ciwanê ku li Bismila navçeya Diyarbekirê winda bûbû, li Batmanê hat dîtin.
Mehmet Yukselê ku (24) li mezreya Aydinlarê ya girêdayî Taxa Kazanciyê ya li ser navçeya Bismilê dijiya, 1ê Adarê ji mal derket ku here cem hevalê xwe yê li Batmanê. Ji wê rojê û vir va tu xeber jê nehat hildan û malbatê caw da Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê.
Midûriya Ewlehiya Bajêr û Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê li tevahiya bajêr xebatên lêgerînê dan destpêkirin.
Piştî agahiyek hat hildan ku li nêzîkî gundê Demirbîlekê yê ser navenda Batmanê cinazeyê mêrekî hatiye dîtin, cendîrme û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê çûn wê derê.
Ekîban tesbît kir ku cesed yê Mehmet Yukselê widabûyî ye.
Li gor tesbîtên ewil, Yuksel bi guleya çekê hatiye kuştin.
Ekîban cinazeyê Yuksel rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Batmanê ku otopsî bê kirin.
Piştî otopsiyê cinazeyê Yuksel teslîmî malbata wî kirin û cinaze li goristana malbatê ya li Taxa Ovabagê ya girêdayî Çinara navçeya Diyarbekirê hat definkirin.