ANKARA
Dadgeha Cezayê Giran a 10emîn a Stenbolê der heqê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan a Stenbolê Sebahat Tuncelê de bi hinceta "emdamtiya rêxistina terorê" 8 sal û 9 meh cezayê hepsê dabû. Daîreya Cezayê ya 9emîn a Dadgeha Bilind jî ev ceza erê kir.
Daîreya Cezayê ya 9emîn a Dadgeha Bilind dê biryarê bişîne Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û ji wir jî dê bişînin Dadgeha Cezayê Giran a 10emîn a Stenbolê. Ev dadgeh jî dê mînakeke biryarê ji Meclisê re bişîne. Paşê li TBMMyê pêvajoya "Gelo dê parlementeriya Tuncelê bê betalkirin an na?" dê dest pê bike.