12 Mijdar 2015•Rojanekirin: 13 Mijdar 2015
ÎSTANBUL
Parlementera HDPyê ya berê Sebahat Tuncela ku Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê der barê wê da biryara qefaltinê dabû, li Balafirgeha Ataturk hat binçavkirin.
Li gor agahiyan Tuncel ji bo here Brukselê ber destê sibehê hat Balafirgeha Ataturk, lê di kontrola pasaportan da derket holê ku der barê wê da biryara qefaltinê heye.
Piştî ku wezîfedarê pasaportan agahî da polêsên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê û Midûriyeta Şaxa Balafirgeha Ataturk Tuncel binçav kirin.
Der barê Tuncela ku sewqî Edliyeya Bakirkoyê kirin da Dadgeha Cezayê Silhê ya 7emîn a Bakirkoyê biryara qedexeya derketina dervayî welêt da û serbest berda.