Ahmet Aydın
04 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2018
ANKARA
2yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Stenbolê, cezayê hebsê yê ku dadgeha herêmî ji sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorê" dabû Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş û Sirri Sureyya Onder, pesend kir.
2yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Stenbolê, serlêdanên îstînafê yê ku derbarê dosyayên doza ku 26emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, 7ê îlonê biryar pê dabû, gihişt encamê.
Bi biryara Daîreya Cezayê, serlêdanên îstînafê yên ku parêzerên Selahattin Demirtaş û Sirri Sureyya Onder kiribûn, hat redkirin û bi pê vê biryarê cezayê 4 sal û 8 meh ê Selahattin Demirtaş û herwiha 3 sal û 6 mehê Sirri Sureyya Onder hat pesendkirin.
Li gorî biryara ku bi yekîtiya dengan hat dayîn, cezayê Selahattin Demirtaş û Sirri Sureyya Onder hat tekezkirin.