02 Adar 2016•Rojanekirin: 02 Adar 2016
DIYARBAKIR
Walîtiya Diyarbekirê ragihand ku ji saet 12.00an pê va heta emrekî din ji xeynî kesên ku li Sûrê dimînin, çûn û hatin hat qedexekirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da wiha hat gotin: "Bi mebesta parastina nirxên komarê, parastina yekbûna welêt, mafên kesên din, ewlehiya neteweyî, parastina pergala kamuyê û pêşîlibergirtina sûcan, di 2yê adara 2016an da ji saet 12.00an pê va heta emrekî din ji xeynî kesên ku li Sûrê dimînin, çûn û hatin hat qedexekirin."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji bo hizûr û ewlehiyê gelekî girîng e ku welatî li gor qedexeyê tevbigerin.