Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê derketina derve hat qedexekirin.
Walîtiya Diyarbekirê daxuyand ku, ji ber bûyerên terorê yên li navçeyê qewimîn, li gor Qanûna Îdareya Bajêr di saet 05.00an de, ji bo parastina can û malê gel qedexeya derketina derve hat destpêkirin. Li taxên navçeya Sûrê yên wekî Abdaldede, Alîpaşa, Camî Kebîr, Camî Nebî, Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Hasirli, Îskenderpaşa, Melîkahmet, Ziya Gokalp, Lalebey, Suleyman Nazîf, Savaş û Cemal Yilmaz qedexe heye.
Hat daxuyandin ku dê bangewaziyeke duyem bê kirin û maweya qedexeyê bê eşkerekirin.