23 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2015
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê birûsk li leşkeran ket û di encamê da 3 leşker cangorî bûn, 6 leşker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li herêma Daxlicayê di operasyona li dijî PKKya rêxistina terorê da birûsk li leşkeran ket.
Hat destnîşankirin ku ji ber birûskê 3 leşker cangorî bûn û 6 leşker jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê.