Tirkiye

Biryarên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ya HDPyê hatin protestokirin

Li Diyarbekirê saziyên civaka sivîl û welatiyan hinek biryarên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê protesto kirin.

19.07.2019 - Rojanekırın : 20.07.2019
Biryarên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ya HDPyê hatin protestokirin

Diyarbakir

Li Diyarbekirê saziyên civaka sivîl û welatiyan biryarên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê yên weke guherankariya di plana îmarê ya qadên ku li navçeya navendî ya Kayapinarê ji bo avakirina mizgeftê hatibûn destnîşankirin û biryara li navçeya navendî Sûrê, dana navê kesekî sucdarê terorê bo caddeya ku navê Îyaz Bin Xenem lê bû, protesto kirin.

Li Yenîşehira navçeya navendî li Mizgefta Yeşîlê piştî nimêja înê, Saziyên Civaka Sivîl ên Îslamî li Diyarbekirê yên weke Cemiyeta Mustezafan, Memur-Sen, Platforma Qudsa Azad, Nûnertiya Wîlayetê ya Komeleya Ciwanan a Anadoluyê, Nûnertiya Wîlayetê ya ÎHHê, Ozgur Der û Îxwan Derê, heta ber derê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê meşiyan.

Welatiyên ku heta ber deriyê şaredariyê bi tekbîran meşiyan, pankartên weke "Meclisa Şaredariya Mezin a Diyarbekirê kaosê dixwazê", "Zirarê nede mizgeft û nirxên min ên Îslamî", "Em dijminên Mizgeft û Sehabeyan şermezar dikin", "Li hember hesasiyetên Îslamî yên gelê Kurd rêzê bigire" hilgirtin û druşmên weke "Destên li dijî mizgeft û sehabeyan bişkin" hatin xwendin.

- "We mizgeft xistin rewşa avahiyên qaçax"

Mucahit Koyuncu li ser navê Saziyên Civaka Sivîl ên Îslamî li Diyarbekirê, axivî û anî ziman ku gelê Kurd ên Misilman di seranserê dîrokê de janên mezin dîtine û ji aliyê dijminên Îslamê ve her car bûne hedef.

Koyuncu destnîşan kir ku erka şaredariyan ew ebi têgehiştina xizmetê tev bigerin û pêdivê bi hestên îdeolojîk biryaran nedin.

Koyuncu wiha pê de çû:

"Hinek biryarên ku Şaredariya Mezin a Diyarbekirê vê taliyê dan, mixabin baweriya gelê bajêr ji xwe re dikin hedef. Çawa ku hatin ser wezîfeyê li dijî nasnameya misilmantiyê gavên menfî avêtin û ev jî tevgerên provakatîf in. Hûn çi bikin bikin lêbelê pêdivê hûn baweriya gel, nirx û pîroziyên gel, ji xwe re bikin pîvan. Dê ev kar tiştekî bi we ne de qezanckirin. Hûn bi vî awayî nikarin bajarekî bi rêve bibin."

Koyuncu anî ziman ku beriya wezîfedarkirinên li şaredariyan yek mizgeft jî di plana îmaran de tunebûye, piştî wezîfedarkirinan ji bo jiholêrakirina vê kêmasiyê îzna çêkirina mizgeftan hatiye dayîn û wiha pê de çû:

"Çawa hûn hatin ser wezîfeyê qadên ku mizgeft tê de ne we kirin qada park û bexçeyan, mizgeftên ku avakirina wan didomin we xistin rewşa avahiyên qaçax. Ev ne bes bû vêca we rabû navê caddeya ku navê sehabe Îyaz Bin Xenemê fatihê Diyarbekirê lê bû we guhert. Ma nuha em li vêderê niyeta xirap nebînin? Biryarên ku hûn didin jibilî dijminahiya îslamê nayên ti wateyê."

Di dema daxuyaniyê de hat dîtin ku personelên şaredariyê ji pencere û balkonan li protestoyê temaşe dikin.

Koma protestoyê piştî ku çelenga li serê "Em dijminên mizgeft û sehabeyan şermezar dikin, warisên Îyaz Bin Xenem" nivîsandîbû danîn ber derê şaredariyê, belav bû.

Serokê Wîlayeta Diyarbekirê yê AK Partiyê Suleyman Serdar Budak jî beşdarî daxuyaniyê bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.