23 Mijdar 2015•Rojanekirin: 24 Mijdar 2015
Walîtiya Diyarbekirê ragihand, "Tu êrîşeke dijî Hevserokê Giştî yê HDPê û wesaîta wî ya meqamê ya ku li bajêr bi kar dianî nehatiye lidarxistin."
Li gorî daxuyaniyeke nivîskî ya Walîtiyê, wesaîta zirxkirî ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ya ku ji bo Demirtaş hatibû texsîs kirin, di haletê parkê da û dema ku kes tê da nebû, di aliyê rastê yê cama paş ya parêzvanan da, xesar hat tesbît kirin.
Bi daxwaza Demirtaş, wesaît ji bo lêkolînê birine avahiya xizmetê ya Rêveberiya Ewlekariya Bajêr û piştî lêkolînên krimînal, derket ku di aliyê rastê yê cama paş bi qasî 3x3 xesar çêbûye.
Di daxuyaniyê da tê destnîşankirin ku di lêkolîna krimînal da derketiye "nîşana teqeya hîç çekekî agirbar tê da nehatiye tespîtkirin" û ew xesar bi sedema lêketina cismekî hişk çêbûye.
Di daxuyaniyê da hatiye tomarkirin, "Bernameya Selahattîn Demirtaş ya di maweya ku di bajarê me da bû, ji aliyê parêzvanên ku Rêveberiya Ewlekariya Bajêr jê ra texsîskiribûn ve hatiye şopandin, di encamê da derket ku êrîşek dijî wî yan wesaîta wî nehatiye lidarxistin."