Hatice Özdemir Tosun
11 Adar 2022•Rojanekirin: 12 Adar 2022
Li navenda kongreyê ya lê Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (FDA) tê lidarxistin "Tunêla Dîplomasiyê" ya ji 397 berhemên dîtbarî pêk tê hat vekirin.
Di foruma bi hîmayeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û mazûvaniya Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li NESTa Navenda Kongreyê tê lidarxistin da cî dan çalakiyên hunerî jî.

Di çarçoveya FDAya Ajansa Anadoluyê jî "Hevkariya Ragihandina Global" dike da li navenda kongreyê tunela dîplomasiyê ya dîtbarî hat vekirin. Li tunelê ji serokên beşdarî forumê dibin û mijarên herêmî û kurewî dinirxînin ra bi dîmenan qala dîplomasiyê tê kirin.
- Dîrok û îroya dîplomasiyê bi tunelê hatin ba hev
Hevkordînatora FDAyê Gulşen Karanîs Ekşîogluyê daxuyanî da nûçegihana AAyê û diyar kir ku tunêla par hatibû avakirin ji beşdaran eleqeyeke mezin dît û îsal jî xebateke berfireh kirin.

Ekşîogluyê wiha got: "Em îsal gihîştin 3 hezar beşdarî, ev ji bo me rûmet e. Em kelecanî ne."
- Tevkariya AAyê ya dîmenan
Ekşîogluyê diyar kir ku di sernava sisêyan da ji bo dîplomasiyê ji nû va dîzayn bikin dixebitin û wiha pê da çû: "Tunêla Dîplomasiyê îsal di 3 sernavan da bi 397 dîmenan mazûvaniya ziyaretvanan dike. Ji hêla dîmenan va Ajansa Anadoluyê tevkariyeke mezin da. Dema ji bo tunêlê em li dîmenên teze û yên berê geriyan me piştgiryeke mezin ji AAyê dît. Ji bo hevkariyê em gelekî sipas dikin."