Hatice Özdemir Tosun
11 Adar 2022•Rojanekirin: 12 Adar 2022
Foruma Dîplomasiya Antalyayê (FDA) ku bi stara Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û mazûvaniya Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu va tê kirin, dest pê kir.
FDAya ku Ajansa Anadoluyê (AA) jî "Şirîkê Ragihandinê yê Global" e li Navenda Kongreya NESTê ya ser Herêma Belek Turîzmê bi merasima vekirinê va dest pê kir.

Naveroka FDAyê ya îsal "Dîplomasiyê ji nû va birêkûpêkirin" bû û di vekirinê da tevlî Serokomar Erdogan xanima wî Emîne Erdogan, Serokê Meclisê Mustafa Şentop, Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu, ji 17 dewletan serokên dewlet û hikûmetan, 80 wezîr, 39 nûnerên rêxistinên navneteweyî û ji 75 welatan jî beşdarbûyî hatin û tevlî FDAyê bûn.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî bi pergala vîdeo konferansê beşdarî FDAyê bû.

Axaftinên di vekirina merasima FDAyê da tevî Tirkî bi Îngilîzî, Fransî, Îspanyolî, Rûsî û Erebî jî hatin wergerandin.
FDAya ku 200 jê biyanî ji alî 585 rojnamegeran va tê şopandin û wê 3 rojan dewam bike.