DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê amadehiyên ji bo serdana Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan didome. Erdogan dê di 16-17ê mijadarê de bê Diyarbekirê.
Hat ragihandin ku bernameya Serokwezîr Erdogan dê di 16ê mijdarê de dest pê bike û 2 rojan dewam bike, her wiha dê mehra 720 kesan li Hêwana Sporê ya Zanîngeha Dîcleyê bê birîn. Dê di dawetê de Şivan Perwerê ku piştî 37 salan dê bê Tirkiyeyê û Îbrahîm Tatlises bi hev re stranan bêjin.
Di vê navberê de tê destnîşankirin ku Erdogan piştî mehrbirînê dê beşdarî merasima vekirina mizgefta ku li ber Fakulteya Îlahiyatê hatiye avakirin bibe.