Elif Orhan
17 Nîsan 2019•Rojanekirin: 25 Nîsan 2019
Digel zivistana ku dirêj kêşa berfa dibare û hewaya sar xwediyên heywana ên li rojhilat zehmetiyê dikşînin.
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê ya ku yek ji wan cihên Tirkiyeyê ye ku zivistan lê gelekî dirêj derbas dibe ji ber ku zivistan dirêj derbas kir welatiyên ku pez û dewaran xwedî dikin tengasiya giya, ka û alif dikşînin.
Serokê Odeya Zîreatê ya Sariqamîşê Nesîm Gok daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku îsal zivistan li gor salên berê dirêj û zehmet derbas bû.
Gok diyar kir ku ber bi dawiya meha nîsanê va hê jî berf dibare û wiha axivî: "Par van çaxan xwediyên heywanan dermaleyên xwe li meraya diçêrandin. Îsal hem zêde berf barî hem jî zivistan dirêj bû. Lewra jî xwediyên heywanan di nav tengasiyê da ne, ji ber ku heywan di hundir da mane. Êdî giya û kaya wan nemaye."
Mixtarê Taxa Tepeyê Oner Bulut jî got ku xwedîkerên heywanan di şertên zivistanê da zehmetiyan dikşînin û wiha axivî: "Li Sariqamîşê zivistan meheke din jî dirêj bû û ev xwediyên heywana dixe nav tengasiyê. Ka û giya biha bû telîsê êm niha ji 100 lireyî tê firotin. Înşeallah hefteya pêşiya me hewa germ bibe, dermaleyên me derkevin çêrê û xwediyên pêz rehet bikin."
Xwediyê heywanan Halîl Çamli jî bi bîr xist ku berfê ew xistin nav tengasiyê û wiha axivî: "Ji ber ku hema berf dibare em nikarin ku mih, bizin, hesp û kerên xwe derxînin derva. Em her sibehê radibin dibînin ku berf bariye, em jî zehmetiyan dikşînin. Ka û gihayê me hindik maye. Heke berf xilas be dê ji bo me baş be."