Ahmet Aydın
17 Nîsan 2019•Rojanekirin: 18 Nîsan 2019
Piştî tekezbûna qezenckirina wî ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ve, Îmamoglu digel hevjîna xwe Dîlek Îmamoglu, bi mebesta wergirtina mezbeteyê derbasî Qesra Edaletê ya Stenbolê ya li Çaglayanê bû
Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî ku ji Lijneya Bilind a Hilbijaritnê ya Wîlayetê mezbeteya xwe sitend, hat avahiya şaredariyê ya li Saraçhaneyê.

Îmamoglu li vêderê gotarek pêşkêş kir û wiha axivî:
"Min mezbete li ser navê 16 milyon mirovên me wergirt. Me ti carî destberdarî ji baweriya civakê ya ji demokrasiyê û têkoşîna di rêya wê de nekir. Me heqê kesî nexwar, me got; em mafê 16 milyonî nadin xwarin. Hemî qadên Şaredariya Mezin a Stenbolê bi awayekî şeffaf ji bo hemî mirovên wê ji îro pê de hat vekirin. Ne ji bo xizmeta kesekî, komekê, ne ya partiyekê, ji îro şûnda dê xizmet ji 16 milyonî re bê kirin. Em pêdawistiyên vî bajarî dizanin. Em daxwazên hemî niştecihên vî bajarî dizanin. Emê demildest dest bi xizmetguzariyê bikin."
Îmamoglu herwiha got, "Ji nuha pê de hinek pêvajoyên berdewam hene, me hay jê heye. Helbet ji bo aramî û asûdeyiya bajarê xwe û ji bo kesên ku lê dijîn, derbarê van pêvajoyan de, em ji lijneyên peywendîdar, li hêviya îfadeyên safî ne. Ême serê me safî ye."