Tirkiye

Berdevkê Serokomariyê Kalin li Brukselê bi rayedarên YEyê ra hat bal hev

Nihat Kavşut  | 21.11.2020 - Rojanekırın : 21.11.2020
Berdevkê Serokomariyê Kalin li Brukselê bi rayedarên YEyê ra hat bal hev

Ankara

 Di hevdîtinên ku Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin li Brukselê bi rayedarên YEyê ra kir da têkiliyên Tirkiye-YEyê, Behra Sipî, Lîbya, Sûriye û Qerebax hatin gotûbêjkirin.

Kalin beriya Civîna Yekîtiya Ewropayê (YE) ya di 10-11ê Kanûnê da duh çû Brukselê.

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin di çarçoveya serdana xwe da bi Maryam Van den Heuvela Şêwirmenda Polîtîkaya Derva ya Serokê Konseya YEyê Charles Mîchel, Bjoern Seîbertê Şefê Kabîneyê yê Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyenê û Helga Schmîda Sekretera Giştî ya Beşa Têkiliyên Derva ya YEyê ra cuda cuda hat bal hev.

Di hevdîtinên ku Îbrahîm Kalin li Brukselê bi rayedarên YEyê ra kir da têkiliyên Tirkiye-YEyê, Behra Sipî, Lîbya, Sûriye û Qerebax hatin gotûbêjkirin.

Kalin diyar kir girîngiya têkiliyên Tirkiye-YEyê yên stratejîk her diçe zêde dibe û ji bona dînamîzma pêwendiyan baş bibe pêwîstî bi gavên nû heye.

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got ku Tirkiye endamtiya YEyê stratejîk dibîne û divê pêşengên YEyê bi hişekî stratejîk li pêwendiyan binihêrin.

Kalin destnîşan kir divê îxtilafên dualî pêwendiyên Tirkiye-YEyê nexitimînin û divê demildest derbasî rojeveke pozîtîf bibin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.