ANKARA
Şirketên belavkirina sotemeniyê bihayê firotina lîtreya benzînê 6 qirûş erzan kirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê, li Enqereyê bihayê benzîna 95 oktan ji 4,74 lîreyî daket 4,68 lîreyî. Bihayê lîtreya benzînê li Stenbolê ji 4,72yan daket 4,66ê, li Îzmirê jî ji 4,73yan daket 4,67ê.
Bihayê sotemeniyê ji ber bazar û reqabetê, li gor şirket û bajêran diguhere.