MUŞ
Hat ragihadin ku cendirmeyê pispor ê serdeste û xebatkarê kontrolkirina peykê yên ku li Mûşê bi destê rêxistina terorê PKKyê hatibûn revandin serbest hatin berdan.
Walî Vedat Buyukersoy daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku cendirmeyê pispor ê serdeste û xebatkarê kontrolkirina peykê yên ku bi destê rêxistina terorê hatibûn revandin îşev serbest hatin berdan û bi destê hêzên ewlekariyê teslîm hatin hildan.
Buyukersoy destnîşan kir ku ev herdu kes niha li Amirtiya Ewlekariya Gimgimê ne, der barê bûyerê da lêpirsîn dewam dike.
Terorîstan 18ê gulanê roja duşemê li herêma di navbera gundên Bostankent û Mescîtliyê de yekê wan cendirmeyê pispor ê serdeste 2 kes revandibûn.