Hülya Ömür Uylaş
26 Mijdar 2024•Rojanekirin: 28 Mijdar 2024
Bayraktar TB3 SÎHA duh li ser peravên Çanakkaleyê bi serkeftî li ser keştiya TCG Anadoluyê danî û rabû.
Li gor daxuyaniya ku ji Baykarê hat dayîn, Bayraktar TB3 SÎHA di dîroka hewageriya dinyayê da cara ewil li ser keştiya ku pîsta wê kin e, danî û rabû. SÎHA testên li ser keştiyê didomîne.
Keştiya TCG Anadoluyê duh li ser peravên Çanakkaleyê bû. SÎHAya Bayraktar TB3yê di testa duyemîn da jî bêyî ekîpmanên alîkariyê du caran li ser keştiyê danî û rabû. SÎHAya neteweyî nîvendî 20 hezar feet rabû hewa û firî. SÎHAyê ev test jî bi serkeftî kuta kir.
Bayraktar TB3 SÎHAyê li Keşanê testên rampe û li ser behrê testên nêzîkbûnê jî kuta kirin. SÎHA di 19ê Mijdarê da jî bi serkeftî ji ser TCG Anadoluyê rabûbû. SÎHA di navbera Ege û Behra Spî da jî 46 deqîqe firîbû û ji testa xwe ya dîrokî bê ekîpman bi serkeftî derbas bûbû.