Zanist û teknolojî

BAYRAKTAR TB3 SÎHAyê bi mûşeka supersonîkê dîsa bi îsabeta tam li hedefê xist

Abdulkadir Günyol  | 28.03.2025 - Rojanekırın : 01.04.2025
BAYRAKTAR TB3 SÎHAyê bi mûşeka supersonîkê dîsa bi îsabeta tam li hedefê xist

Istanbul

 BAYRAKTAR TB3 SÎHA di dîroka cengê da bo cara yekem ji SÎHAyeke di sinifa taktîkê da ji mezîleke bi qasî 50+ km di ceribandina xwe ya avêtina mûşeka supersonîk didomîne.

Li gorî daxuyaniya Baykarê Bayraktar TB3 SÎHAyê di dîroka asîmanî ya cîhanê da îmze avêt bo yekemîniyê, ji keştiyeke pîstkurt bi firê ket, ji Dalamana navçeya Muglayê bi mûşeka Supersonîk a ÎHA-122ê ku ji aliyê ROKETSANê va hat pêşxistin va firiya.

Bayraktar TB3 SÎHA bi mebesta pêşxistina qebiliyetên li dijî senaryoyên cihê ber bi asîmanan va bilind bû, vê carê bi avêtineke li jêr xeta îrtifaya dîtinê, hedefa xwe ya li ser deryayê ya bi ebada 6x6 bi îsabeta tam lêxist.

SÎHAya Neteweyî 25ê Adarê roja sêşemê bi ÎHA-122ê ji dûrahiya 50 kîlometreyî bi serketî firîna xwe ya yekem pêk anîbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın