Aişe Hümeyra Bulovalı
30 Adar 2022•Rojanekirin: 31 Adar 2022
"Istanbul Photo Awards 2022" ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) cara 8emîn e li dar dixe îsal jî temam bû û Konstantînos Tsakalîdîsê wênekêşê Bloombergê xelata "Wêneyê Salê" qezenc kir.
Ji çar aliyê dinyayê ji 16 hezarî zêdetir wêne beşdarî pêşbirkê bûn û di nav wan da wêneyê Tsakalîdîs ê bi navê "Li Evîayê Jinek" bû yekemîn.

Serdar Karagozê Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê der barê wêneyê bû yekemîn da got wêne naveroka nûçeyê, ji ziman, mekan û zeman derbastir dike.
Karagoz got şewba Kovîd-19ê bandor li ser jiyanê kir, lê dîsa jî ji çar aliyê dinyayê ji 16 hezarî zêdetir wêne beşdarî pêşbirkê bûn û wiha axivî: "Ez spasiya endamên juriyê û hemû wênekêşan dikim ku em kirin şahidê endîşeya şewatên li Kalîforniyayê, kelecana pêşbirkên olîmpiyatê, trajediya di kampên pênaberan da çêdibin."
Karagoz anî ziman pêşbirka Istanbul Photo Awardsê di demeke kin da bû pêşbirkeke hemû wênekêşên pispor ên li dinyayê benda wê dimînin û got ew ê salên bê jî piştgiriya xwe bidomînin.
Di "Kategoriya Kit a Xweza û Hawirdorê" da ku îsal lê hat zêdekirin, Mehmet Aslan bi wêneyên xwe yên hişkesalî raxist ber çavan bû yekemîn. Karagoz, Aslan pîroz kir.

Istanbul Photo Awards di sala xwe ya heştemîn da gihîşt wê astê ku 14 hezar wênegirî serî lê da û ev yek jî nîşaneya qalîteya wê ye ku bûye platformeke global. Serketiyên Istanbul Photo Awardsê ji hêla juriya ji navên navdar ên alema wênegiriyê pêk tê, hatin kifşkirin.
Serketiyên pêşbaziya ku gelek wênegirên profesyonel serî lê dan, ji nava wêneyên bûyerên kurewî yên wekî ji rêveberiya Talibanê ya li Efxanistanê bigire heya lehiyên li Endonezyayê, ji turnuwaya vekirî ya tenîsê ya Awistralyayê bigire heya protestoyên tedbîrên Kovîd-19ê yên li Îngiltereyê hatin hilbijartin.
Di daxuyaniya juriya ku online kom bû da hat destnîşankirin, di hilbijartinên ji ser platforma taybet a ku ji hêla ekîba Teknolojiyên Zanyariyê yên AAyê hat amadekirin da qalîteya wêneyên şandî pir bilind bûn û lewma di dayîna biryarê da wan zehf zehmetî kişand.

- Di pêşbaziyê da di 7 kategoriyan da 19 wênegiran xelat wergirt
Di kategoriya nûçeya kit da Fotonûçegihanê Getty Imagesê Drew Angerer bi berhema xwe ya belgekirina serdagirtina kongreya Amerîkayê va bû duyemîn.
Fotonûçegihanê AFPyê Paul Ratje bi wêneya xwe ya rewşa dijwar a wan penaberan nîşan dide ku li ser sînorê Teksasê rê nayê dayîn ku ji sînor derbas bibin va bû sêyemîn.

Di pêşbaziya ku îsal Canon, TÎKA û Rêhewayên Tirk piştgiriya wê dikin da di 7 kategoriyan da 19 wênegiran xelat wergirt.
Bi pêşniyaza endamên juriyê di kategoriya rêzeportreyê da du fînalîst hatin kifşkirin. Agahiyên der heqê wêneyên xelatkirî û endamên juriyê da li ser navnîşana "http://istanbulphotoawards.com"ê hene.