DIYARBAKIR
Serokê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê û Namzedê Şaredariya Rihayê yê BDPyê Osman Baydemir di çarçoveya bernameya newrozê de kurdî û tirkî axivî. Baydemir got ku Newroz haveynê aştiyê ye û Newroza welatiyan, pîroz kir.
Baydemir got ku Newroz nîşaneya roja nû û li Rojhilata Navîn jî nîşaneya aştiyê ye û diyar kir ku 10 sal in ku xizmeta Diyarbekirê kir û ji welatiyan helaliya xwe xwast. Baydemir got ku heta vê rojê ala şaredariyê di destê wî de bûye û êdî alê radestî Gultan Kişanak û Firat Anli dike.
Baydemir got ku wî ji welatê ewliya û pêxamberan silav aniye û wiha axivî:
"Êdî cinaze nayên Amed, Hekarî, Stenbolê, ango cinaze nayên Kurdistanê, Anadoluyê, Behra Reş û Egeyê. Şikir êdî cinazeyên leşker, polês û gerilayan nayê. Şikir dayikên me nagirîn. Bi saya têkoşîn û sekna we ya mafdar em gihiştin aştiyê. Êdî tu caran gel destûra şerê di nav birayan de nade. Em destûrê nadin rewşa aram a welat bê tevlihevkirin. Em tevî kurd, ereb, laz, oldar, laîk, muhefezekar bi hemû reng û olên xwe bi hev du re wekhev, wek bira dijîn."