02 Adar 2016•Rojanekirin: 03 Adar 2016
DIYARBAKIR
Bangewaziya meşê ya Hevserokê Giştiyê Partiya Demokrata Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ber bi Sûra navçeya Diyarbekirê ve, li bajêr bû sedema bêhizûriyê.
Demirtaş pêr li Diyabekir di civînekê da, bi hinceta dawîlêhatina operasyonên li Sûrê û rakirina qedexeya derçûnê, bangewazî li gel kiribû da îro seat 16.00an bi ber Sûrê ve bimeşin. Demirtaş bi vê bangewaziya xwe welatî xistin nav fikarê.
Welatiyên ku bi sedema êrîşên terorîstên PKKyî malê xwe terikandin, neçarî koçê bûn û mexdûr bûn, di fikarê da ne ku ev bangewazî bibe sedema provokasyonê. Herwiha welatî ditirsin têkevin wê rewşa 6-7ê cotmeha 2014an ku ew jî bi bangewaziya HDPê çêbibû û 31 kesî jiyana xwe ji dest dabû.
- Tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin
Li bajêr li hember bangewaziya Demirtaş ji bo her îhtimalekê, tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin.
Walîtiyê ji bo pêşiya hatinên bi mebesta provakasyonê bigire, biryar da piştî seat 12.00an heta emrekî duyem, ji bilî welatiyên ku li navçeyê rûdinin, hatinên nav navçeyê qedexe bibe.
Di vê çarçoveyê da welatiyên ku tên nava navçeyê, nasnameyên wan tên kontrolkirin û lêgerîn di wesayitên wan da tên kirin.
- Li dijî bangewaziyê lêpirsîn dan destpêkirin
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, der barê Hevserokê Giştiyê DBPê Kamuran Yuksek, Hevserokên KCDê Hatip Dicle û Selma Irmak û herwiha ji ber axaftina wî ya ku pêr li Komeleya Huner û Çandê ya Dîcle Firatê di civîna çapemeniyê da kiribû, der barê Demirtaş lêpirsînê dest pê kiribû.
Hatibû ragihandin ku der barê Demirtaş da ji ber ku parlementer e, li gorî maddeya 83yan ya Makezagonê bi daxwaza "destûrdan ji bo lêpirsînê" û "rakirina destlênedayîna wî ya yasayî" wê ji Wezareta Dadê ra fezlekeyê bişînin.