Abdulkadir Günyol
30 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2024
HURKUŞa ku dê di kurtedemekê da bikeve envanterê Hêzên Asîmanî, firîna xwe bi serkeftî temam kir.
Li gorî daxuyaniya AŞya Pîşesaziya Hewagerî û Fezayê ya Tirk (TUSAŞ), şîrketê sala 2024an bi serkeftineke nû va kuta kir. Balafira Perwerdeyê ya Nifşa Nû HURKUŞ ya ku bi derfetên neteweyî hat dahênan û dê bikeve envanterê Hêzên Asîmanî, firîna xwe bi serkeftî temam kir.
Xebatên ji bo HURKUŞê di 3yê Gulana 2021an da dest pê kirin ku ji bo dabînkirina pêdiviya perwerdekirina pîlotên Hêzên Asîmanî yên Tirk û her wiha xurtkirina şiyanên pîşesaziya parastinê hat sêwirandin.
Di çarçoveya projeyê da bênavber xebat hatin kirin û testên li ser erdê hatin kirin. Piştî ku hemû test bi awayekî serkeftî temam bûn, HURKUŞ ji baregeha Akinciyê firiya û derket perê esmanan. HURKUŞ di firîna 20 deqîqeyan da gihîşt 6 hezar û 500 feet bilindahiyê û 140 knot lezê.
Li gorî daxuyaniyê, 15 balafirên ewil ên peymana ku bi Serokatiya Pîşesaziya Parastinê ra ji bo 55 balafiran hat îmzekirin dê ji sala 2025an û pê va bo Hêzên Asîmanî yên Tirk bên teslîmkirin. Teslîmta 40 balafirên mayîn jî dê heya sala 2027an bê kutakirin.