Ömer Yasin Ergin
16 Sibat 2024•Rojanekirin: 17 Sibat 2024
Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz serdana Walîtiya Diyarbekirê kir.
Yilmazê ku li ber Walîtiyê ji aliyê Walî Alî Îhsan Su ve hat pêşwazîkirin, silav li mangaya merasimê kir û deftera rûmetê îmze kir.
Yilmaz demekê bi Walî Su ra li meqamê wî rûnişt û der barê xebatên li bajêr da agahî stand.
Parlementera Diyarbekirê ya AK Partiyê Suna Kepolu Ataman, Serokê Wîlayetê yê AK Partiyê Mehmet Raşît Ocak û namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ya AK Partiyê Mehmet Halis Bilden bi Alîkarê Serokomar Yilmaz ra bûn.