ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Çiqas pêbaweriya Tirkiyeyê zêde dibe, bi wî qasî ya Anadolu Agencyê jî zêde dibe. Çiqas hêza Tirkiyeyê zêde dibe bi wî qasî ya ajansê jî zêde dibe. Herwiha çiqas dengê Tirkiyeyê bilind dibe bi wî qasî yê Anadolu Agencyê jî berz dibe."
Akdogan, bi minasebeta 95emîn salvegera damezrandina AAyê axivî û got ku AA di serdema berxwedana neteweyî de hat damezrandin û di nav şert û mercên dijwar de xebatên xwe kir û bû yek ji dengên herî bilind û bihêz ê Tirkiyeyê û dengê Tirkiyeyê ragihand dinyayê.
Akdogan got ku her diçe dengê AAyê berztir dibe û wiha dewam kir:
"Anadolu Agency wekî vîtrîna Tirkiyeyê ye. Yek ji saziyên çapemeniyê ya baş û bi rûmet e. Anadolu Agency bi taybetî di salên dawîn de xebatên xwe bi hêztir didomîne. Bi saya xeberên bikalîte, bilez, rast bûye yek ji ajansên bi rûmet a dinyayê. Niha dikare bi ajansên dinyayê re bikeve reqabetê. Çiqas pêbaweriya Tirkiyeyê zêde dibe, bi wî qasî ya Anadolu Agencyê jî zêde dibe. Çiqas hêza Tirkiyeyê zêde dibe bi wî qasî ya ajansê jî zêde dibe. Herwiha çiqas dengê Tirkiyeyê bilind dibe bi wî qasî yê Anadolu Agencyê jî berz dibe."
-Bi saya xebatkarên AAyê dengê ajansê bilindtir dibe
Alîkarê Serokwezîr Akdogan destnîşan kir ku em bi zehmetî gihiştin van rojan û wiha dewam kir: "Ajansa me ji gel re rêberiyê dike. Ber li nûçeyên derew, ên ku gel tahrîk dikin digre û rêya rast nîşanê civakê dide. Anadolu Agencyê dişibe stêrkeke ku wek pisûleyê her tim rêya rast nîşan dide. Em bi hêsanî negihiştin vê astê. Me rojên bi zehmetî derbas kirin. Di encama kedeke mezin de me vê serkeftinê bi dest xist. Mîmarên sereke yên ku ne ji bo navê xwe ji bo markeya Anadolu Agencyê hewl didin in. Ajans bi saya wan kedkaran ewqas pêş ket û hat gihişt vê astê. Ez hevalên xwe yên kedkar pîroz dikim û sipasên xwe radigihînime wan."