06 Nîsan 2016•Rojanekirin: 08 Nîsan 2016
ANKARA
Ajansa Anadoluyê (AA) ya ku bi telîmata Gazî Mustafa Kemal Ataturk ve di salên ewil ên Şerê Rizgariyê de ji bo ku dengê Anadoluyê bigihîne dinyayê hat damezrandîn, di sala xwe ya 96emîn da di rêya ku bibe yek ji ajansên herî baş ên dinyayê da bi pêngavên jixwebawer pêş dikeve.
Ajansa Anadoluyê di heyama ku têkoşîna rizgariyê dihat dayîn peywireke krîtîk hilda ser milê xwe û ji ber vê yekê jî di dîroka Komarê de xwedî cihekî taybet e. Ajansa Anadoluyê di pêvajoya ku Têkoşîna Neteweyî dest pê kir de ji qenaleke tek û hêzdar, têkoşîna serxwebûnê ragihand hemû welêt û dinyayê û ji ber serkeftina vê yekê jî serbilind e.
Ajansa Anadoluyê her sal bêyî ku navber bidê pêşketina xwe berdewam dike. Ajansa Anadoluyê bi nêrîna nûçegihaniya "ewledar, bêteref, etîk û lezgîn" bi pêngavên jixwebawer ber bi sala xwe ya 100emîn ve pêş dikeve.
- Çîroka Damezirandina AAyê
Damezirîna Ajansa Anadoluyê teqabulê rojên dijwar ên berxedana neteweyî dike. Hin ronakbîrên têgihêştine ku piştî dagirkirinê stara li Stenbolê ne mimkûn e, hewl dane ku beşdarî berxwedana netewî bibîn.
Damezirîna AAyê di atmosfereke wiha de qewimiye. Yunus Nadî (Abalioglu) û Halîde Edîp (Adivar) 5 roj piştî dagirkirinê ji Stenbolê bi rê dikevin û di 31ê Adara 1920an de li Geyveyê hevdu dibînin û digihîne qenaeteke hevpar ku çawa biçin Enqereyê dê ajansekê ava bikin. Yunus Nadî û Halîde Edîp ji bo navê ajansê ji vebijêrkên mîna "Tirk", "Enqere" û "Anadolu"yê li ser navê "Ajansa Anadoluyê" bi hev dikin.
- Tamîma dîrokî
Heyeta ku tê de Yûnûs Nadî û Halîde Edîp jî hebû roja 1ê nîsanê gihîşte Enqereyê. Bi gotina Nadî AA di 6ê Nîsana 1920an da hat avakirin.
Mustafa Kemal Paşa, tamîma dîrokî ya damezirandina Anadolu Agencyê dişînê seranserê welatê ku lê çirûska Berxwedana Neteweyî pêxist. Herwisa di tamîma xwe da bal dikişîne ser wê girîngiyê ku berxwedana neteweyî divê ji raya giştî ya derva û hundir ra were ragihandin.
Bi Tirkiya îro va tamîma der barê avakirina Anadolu Agencyê ya bi îmzeya Xazî Mustafa Kemal wiha ye:
"Navenda Saltanata Osmaniyan a ku dilê Îslamê ye ketiye bin dagirkeriya dijminan û ji ber vê jî hemû Rûmelî û Anadolu jî ketiye nava berxwedaneke mezin. Di heyameke wiha de pêwîstî pê çêbûye ku welatên misilman ji van qewimînan bi awayekî rast û durist agahdar bin. Ji ber van sedeman li vir di bin lijneyeke ku ji kesên herî pispor pêk tê saziyeke bi navê 'Ajansa Anadoluyê' hatiye lidarxistin."
- Buroya Ewil
Halîde Edîb wiha qala Mekteba Ziraetê ku fermangeha ewil a Têkoşîna Neteweyî ye û di heman demê da wekî buroya ewil a AAyê jî hatiye emilandin, dike:
"Roja pêncan a hatina min a Enqereyê, odeyeke mezin ji min ra hat terxankirin. Ev der kiribûn mîna buroyekî. Alavên vir ji nivîsgehek, refên dosyeyan, tevî sandalyeyan du mase û yek jî makîneyeke kevin a nivîsê pêk dihatin. Min ji rojnameyên îngilizî qismên der barê siyasetê da tercume dikirin. Ji xeynî vê jî min nivîsên din ên muxaberata Mustafa Kemal Paşa amade dikir."
- Bultena Ewil
Ajansa Anadoluyê ya ku di şert û mercên dijwar ên serdemê da hat damezirandin, nûçeyên xwe yên ewil di 12ê Nîsana 1920an da servîs dike.
- Eleqeya Mustafa Kemal a seba AAyê
Mustafa Kemal seba ku AA li seranserê welat bibe xwedî bandor û kar bike, ji nêz va eleqedar dibe. Ji ber ku pê bawer bibû propagandaya berxwedana neteweyî pir girîng e.
Mustafa Kemal seba vî ne bi tenê damezirandina AAyê ragihandiye, herwisa seba cîguhastina bultenên ajansê nivîs nivîsiye û hişyarî dane. Dîsa Mustafa Kemal di 12ê Nîsana 1920an da tamîmekê dişîne Navenda Têlgrafa Anadoluyê û tê da dibêje ku heger di cîguhastina nûçeyên AAyê da qisûr çêbin, dikarin bikevin çarçoveya "sûcê dijî wetan".
- Prensîbên weşanê
Ajansa Anadoluyê ya ku 96 sal e bê navber maratona nûçeyan dewam dike, bi rêgezên mîna "pêbawer, etîk, bêalî, lezgîn" ên nûçegihaniyê ve ber bi helwesta xwe ya sala 100emîn dimeşe.
Di amadekirina bultenên Ajansa Anadoluyê da mîna îro berê jî prensîbên weşanê li ber çavan hatine girtin.
Di heyama şerê rizgariyê da AAyê bi wê armancê dest bi kar kir ku li hemberî talûkeya şikandina yekîtiya neteweyî gel hişyar bike, biryar û hereketên ku dê têkoşîna neteweyî bal serxwebûnê biguhêzîne, di wextê xwe da bigehîne gel. AAyê biryarên Meclisa Mezin a Tirkan gihandiye gel û piştgiriya yekbûna xelk û hikûmetê kiriye.
- Ziyareta Anitkabîrê
Salvegera 96emîn a damezrandina Anadolu Agencyê dê îro bê pîrozkirin.
Serokê Lijneya birêvebirinê û Midûrê Giştî Şenol Kazanci û lijneya pê re dê Anitkabîrê ziyaret bike û çelengê dayne ser mozoleya Mustafa Kemal Ataturkê damezrînerê Komara Tirkiyeyê û AAyê û di hizûra wî ya menewî de ji bo rêzgirtinê bisekine.