25 Hezîran 2019•Rojanekirin: 26 Hezîran 2019
Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku li Tunceliyê 1, li Diyarbekirê 2, li Hekariyê 4 terorîst hatin berterefkirin.
Wezaretê der barê operasyonên navxweyî da daxuyanî da û diyar kir ku li Hênêya navçeya Diyarbekirê Fermandaariya Cendirmeyên Bajêr operasyon kirin û di operasyonê da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyona ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr û yên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li çiyayên Şemzînana navçeya Hekariyê kirin da 3, di operasyona ekîbên Fermandariya Cenidrmeyên Bajêr di 22yê hezîranê da li çiyayên Tunceliyê kirin da jî terorîstek hatin berterefkirin.
Hat ragihandin ku di operasyona li çiyayên Şemzînanê dewam dike da terorîstekê din jî hat berterefkirin.
Bi vî hejmara terorîstên li Diyarbekir, Hekarî û Tunceliyê hatin bertefefkirin derkete 7an.
Di daxuyaniya Walîtiya Hekriyê da hat destnîşankirin ku ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr û yên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr xebatên ji bo deşîfrekirina çalakiyên PKK/KCKya rêxistian terorê û pêşîlêbirîna çalakiyan didomînin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di operasyonên li Çobanpinar, Onbaşîler, Yedîwêren û Pîrînîna gundên Yuksekovayê û Tuxluya herêma Şemzînanê da 2yê wan jin 4 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin."