14 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala diyar kir ku hejmara kesên ku ji ber êrîşa li Siltanehmedê hatin binçavkirin xwe gihande 7an.
Ala piştî Konferansa Balyozan a 8an daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku lêkolîna li ser êrîşa terorê ya Stenbolê bi hûrgilî dewam dike.
Wezîr Ala diyar kir ku hejmara kesên ku ji ber êrîşa ku tê da 10 kes mirin hatin binçavkirin xwe gihande 7an.
- Êrîşa bêbexta terorê ya li Diyarbekirê
Li ser pirseke der barê êrîşa ku endamên PKKya rêxistina terorê li Diyarbekirê birin ser Amirtiya Ewlekariya Çinarê da got ku di nav kesên ku di êrîşa bêbext da mirin da zarok jî hebûn, rewşa 2 birîndaran giran e, rewşa birîndarên din baş e.
Ala destnîşan kir ku di êrîşê da 2 avahî tep bûn, wezîfedarekî hêzên ewlekariyê cangorî bû.
Wezîr ala got rihma Xwedê li miriyan be û Xwedê şifayê bide birîndaran, ji bo ku nebin sedema spekulasyona dibê guh bidin daxuyaniyên fermî û îtibar bikin.