Tirkiye

48 îmamên mehrem ên FETOyê bûn îtirafkar

Elif Irmak  | 18.11.2020 - Rojanekırın : 19.11.2020
48 îmamên mehrem ên FETOyê bûn îtirafkar

Ankara

Ji 70 kesên di operasyona dijî endamên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) yên di nav Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan da hatin binçavkirin 21 şikbar hatin girtin û 48 şikbar jî bûn îtirafkar û ji hikmên poşmaniya çalak sûd wergirtin.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo 89 gumanbarên hat tesbîtkirin ku di pêkhateya "Xizmetên Mehrem" ên FETOyê yên di nav Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan da di 6ê sermaweza 2020î da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê bi telîmata serdozgeriyê operasyon li dar xistin û ji gumanbaran 70 kes derdest kirin.

Yek ji gumanbaran piştî miameleyên li ewlehiyê hat berdan û ji bersûcên ku îfadeyên wan hatin sitandin 57 jê ji bo ku ji hikmên poşmaniya çalak sûd wergirin bûn îtirafkar û tiştên ku der heqê rêxistinê da dizanin qise kirin.

Ji gumanbarên ku piştî miameleyên li ewlehiyê sewqî edliyeyê kirin îfadeya 9 ji wan bes nehat dîtin. Bi van gumanbaran ra 21 kesên ku sewqî Mehkemeya Cezaya Silhê kirin hatin girtin û şandin Girtîgeha Sîncanê.

48 gumanbarên ku îtirafên wan kafî hatin dîtin jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın