05 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2020
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir li Tunceliyê yek jê di lîsteya sor û yek jî di ya tirincî da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Soylu di peyama ji ser hesabê xwe yê Twitterê weşand da got: "Rev tune! Yan teslîm bûn yan jî ... Li Tunceliyê yek jê di ya Sor û yek jî jê di ya Tirincî da du xêz... Îstixbarat, Operasyon, Encam. Egîdên me sax bin."
- Yek jê di qada teqemeniyên bidestçêkirî da pispor û yek jî jê qaşo berpirsê jinan
Ji hêla din va Wezareta Karên Navxweyî jî daxuyanî da û ragihand herdu terorîst li çol û çiyayên Tuncelî-Ovacikê bi Operasyona Yildirim-4ê ya bi piştevaniya hewayî va ku di 2yê Cotmehê roja îniyê hat kirin da, hatin berterefkirin.
Hat gotin ji terorîstên hatin berterefkirin yek Alî Kemal Yilmazê bi navê Ozgur bû û ew qaşo berpirsê Tunceliyê yê TÎKKO (TKP/ML) ya rêxistina terorê bû. Li gor agahiyan ew di sala 2007an da tevlî rêxistinê bûye û di qada teqemeniyên bidestçêkirî, sabotaj û tepinkan da pispor bû û di Kategoriya Sor a terorîstên li wan tê gerîn da jî navê wî hebû.
Di daxuyaniyê da hat destnîşan kirin ku Gokçe Kurban a bi navê Asmînê dihat zanîn jî qaşo berpirsa jinan a TKP/MLya rêxistina terorê bû navê wê di Kategoriya Tirincî ya terorîstên li wan tê gerîn da hebû.