AGRI
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Suleyman Soylu li Agiriyê beşdarî bernameya pîrozkirina cejnê ya partiya xwe bû.
Soylu li Bazîda navçeya Agiriyê li otêlekê beşdarî bernameya cejnê bû û der barê pêvajoya çareseriyê de axivî û wiha got: "Li vê herêmê kî li dijî aştî û demokrasiyê derkeve, dibe gunehkar. Ji ber vê jî em dev ji pêvajoya çareseriyê bernadin. Em ê heta dawiyê xwedî li biratiyê û pêvajoya çareseriyê derkevin."
Li ser pirsa rojnamevanekî ya der barê mirina xûşka Abdullah Ocalan de ya ku "gelo wê Ocalan beşdarî merasima cinazeyê xûşka xwe bibe yan na" Soylu wiha got: "Min teze bihîst. Xwedê rehma xwe lêke. Ev biryar di destê dewlet û hikûmeta me de ye. Hê agahiya min jî der barê mirinê de tuneye. Ez ji Wanê têm. Dibe ku daxwazeke wiha were. Wê dewleta me vê daxwazê binirxîne."