02 Tebax 2016•Rojanekirin: 03 Tebax 2016
MUGLA
Ji eskerên derbeker ên ku di nav koma ku di dema teşebûsa derbeyê ya FETO de piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jê veqetiya êrîş birin ser otêla li Marmarîsê ya ku Serokomar lê dima, 2 eskerên din jî hatin girtin.
Ji 7 eskerên derbeker ên di tîma Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Muharebeyê (MAK) peywirdar in ên ku di 25ê temûzê de li menfezekî li mewqiya Ervaza Gokçeyê ya Taxa Çetîbeliyê ya rêbeja Marmarîs-Mûglayê de hatin girtin Serdar Taner Berber û Binefser Serçawîşê Biqidem Omer Faruk Goçmen piştî miameleyên li ewlehiyê sewqî dadgehê kirin.
Dadgehê eskerên derbeker girtin.
Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Sitki Koçman a Muglayê di bin bergiriyên ewlehiyê yên giran de kontrola tenduristiya Berber û Goçmen kirin û ew şandin girtîgeha li Enqereyê.
Binefser Zekeriya Kuzu, Îlyas Yaşar, Gokhan Guçlu, Erkan Çikat û Abdulhamît Gulerdenê ku li heman mewqiyê hatibûn radestkirin jî berê niha hatibûn girtin.