02 Tebax 2016•Rojanekirin: 04 Tebax 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yıldırım, li CNN Turkê beşdarê bernameya 'Teybet Rojev' ya ku Hande Firat pêşkêşvaniya wê dike bû.
"Heke di destê we de agahî tunebin hûn nikarin tevdîr bistînin"
Serokwezîr derbarê agahdarnekirina wan derbarê hewla derbeyê ya 15ê temûzê da got, "Heke di destê we de agahî tunebin hûn nikarin hember bûyerên ku dê bên serê we tevdîr bistînin, di sitandina tevdîran de dereng bimînin. Kurtasî û şîroveya ku di 15ê temûzê de hat serê me ev e. Heke têrî xwe îstixbarat bihata sitandin û ew îstixbarat di demê de di dest de bûya dibe ku ev mijar jî nehata vê astê."
Yildirim: "Heta îro 3 biryarnameyên ku di hikmê qanûnê de derketin. Dê ji niha pê ve jî derkevin. Di rojên pêşiya me de dê biryarnameyeke di hikmê qanûnê de ya nû bê weşandin. Xebatên amadehiyê yên der heqê wê de berdewam dikin."
- "Xwezî ew bi xwe bihatana"
Serokwezîr Yildirim der heqê ji aliyê Serokomar Erdogan ve vexwendina serokan a ji bo "Mitînga Demokrasî û Şehîdan" got, "Serokê Giştî yê CHPê dê beşdar nebe lê dê lijneyek bişîne. Wisa difikire ku dê ji MHPyê îro, îşev bersivek bê. Nirxandina min wiha ye; xwezî bi xwe bihatana, ango xwezî serokên partiyan bihatana, li wir xitabî welatiyan bikirana dê dîmeneke yekîtî û bihevrebûnê ya gelek xweşiktir derketa lê qet nebe nûner dişînin û ev yek jî nîşan dide ku partiya wan giringî dide yekîtî û bihevrebûnê, ez wisa difikirim."
Yildirim der heq şeva 15 temûzê di dema teşebûsa derbeyê ya FETO de neagahdarkirina xwe de got, "Min ev ji serokê MÎTê pirsî, min got ku 'Ev çawa dibe?'. Xebera Serokomar jê tune, xebera Serokwezîr jê tune. Temam gelekî normal e ku agahiya Sererkan jê hebe lê divê hûn di heman demê de bibêjine Serokwezîr jî. Ji ber ku hûn hember Serokwezîr berpirsyar in, girêdayî wî ne.' Lê nekarî bersiva vê yekê bide, tu tişt jî negot. Ya rast ev e."
- "Divê teqez em mafdar û neheqan ji hev veqetînin"
Yildirim destnîşankir ku zêdeyî 20 hezar mamoste ji peywir hatin dûrxistin û got, "Ez bawer dikim ku niha ji ser 20 hezar, 23 hezar mamoste ji peywir hatin dûrxistin. Ji ber wê jî sezona dersê tê, dibistan dê vebin û hewcedariya mamosteyan heye. Lewra jî me di Lijneya Wezîran de biryar da ku em 15 hezar mamoste hildin û me telîmat da Wezareta Perwerdeya Neteweyî ku ya hewcedar bike."
Yildirim herwiha got, "(Teşebûsa derbeyê ya FETO) Me pîvanek danî. Pîvan diyar e. Ew hemû mirovên ku rasterast têkiliya wan bi van re heye, heta yên ku têkiliyên wan berdewam dikin, piştî 17-25ê kanûna pêşîn piştgiriya finansî didin wan, niha di nav komele û partiyên vê rêxistinê de peywira wan a aktîf heye hemû wek bersûc tên berhevkirin. Pişt re ew kesên ku bibêjin 'Tu eleqeya min bi vê karê re tune' dema ku îtirazên xwe kirin em ê li serê bisekinin. Bi rastî jî heke delîlên ku mirov qanî bikin derkevin dê ew ji bersûcên din veqetin. Ez dixwazim bibêjim ku di vê mijarê de karê me hêsan nîne lê em dewleta hiqûqê ne. Divê teqez em mafdar û neheqan ji hev veqetînin."
- "Divê li encamên ezmûnê yên borî bê nihêrtin"
Serokwezîr Yildirim der heqê betalkirina rûniştina Qabiliyeta Giştî-Çanda Giştî ya KPSSya 2010an de got ku "Li vir biryareke darazê heye, biryara darazê jî ew doza ku ji aliyê mexdûran ve wekî 'pirsên vir hatine dizîn' hatiye vekirin. Her çi be mehkeme ev qasî dom kiribûn, 2010, em hatin 2016an, ev bi tevahî 86 hezar kesên ku ketine karmendiyê. Niha dema ku ev betal bûn, wateya vê çi ye, ew e ku dê 86 hezar kes ji kar bê derxistin, heke tevdîrekî din tunebe dê ji kar bên derxistin. Ango şensê me tune ku em bibêjin ku 'Dadgehê biryar daye lê di navberê re ev qas sal derbas bûn em nikarin tiştekî bikin'. An em ê qanûnek verast bikin, vê biryara dadgehê pasîfîze bikin an jî em ê biryara dadgehê tetbîq bikin, peymana kar a 86 hezar kesî betal bikin."
Serokwezîr Yildirim: "(Betalbûna rûniştina Qabiliyeta Giştî-Çanda Giştî ya KPSSya 2010an) Ez wisa difikirim ku li vir dê rasttir be ku em vê yekê bikin, min ev gote Wezîrê me yê Xebat û Ewlehiya Civakî kî, kirina vê yekê rasttir e, divê mirov li ser ezmûnên wan lêkolînê bike, gelo temamiya van hemûyan pirs sitandin an ji nav van komek diyar a ku rêxistina terorê ya FETO ew wekî girseya hedef dît? Ew diyar dibin. Li encamên ezmûnê yên borî bê nihêrtin, wir kiryarên kar kî bin dê wan derxînin holê û kesên din jî ji vê yekê mûaf bên girtin."